YASA - Navenda Kurdî ji bo
Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî
  
                                                                          

    
        English    Kurdî    Deutsch   عربي
 

 YASA çiye?

 Rapor

 Dokûment

 Dosyê

Çalakî

Yasa  Têklî

 

 

  

 

     
 

 

Yekîtiya Netewan

OHCHR

Yekîtiya Ewrûpa

Ancûmenê Ewrûpa

OSCE 

Lîga Erebî

Human Rights Watch

Amnesty International

MRG

Lînkin din

Pişgirtina karê me bike 

Zanîngeha Rheinische Friedrich. Wilhelms a Bonnê,  Amojgeha Rojhilat û Zanistiyên Asyayê- Beşê Islamnasiyê bi hevkariya  Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî YASA e.V.  û Komeleya Xwendekarên Kurd li Bonnê RAMAN

Korsê zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) ji bo pêşxistina mamoste û axêverên Kurdiyê li dar dixe. Armanca vî Korsî ew e, ku kesên baş bi zimên dizanin kari bin zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî bidin fêrkirin. Bi vî awayî ew kesên, ku tev li Kors bibin, dê di dema bê de kari bin di dibistanên Elmanyayê de waneyên zimanê Kurdî weke zimanekî biyanî li dar bixin û bidin fêrkirin. Herwiha ev Kors derfetê dide kesên, ku radeya Kurdiya wan nîvenîv e, ku kari bin di riya bûjenên (Materyelên) pêşketî re di kêmî şeş mehan de Kurdiya xwe li pêş bixin û bigihînin radeyeke bilind.

Li dawiya Kors dê ezmûneke devkî herwiha yeka nivîskî jî hebe, ku dema bêne qezenckirin dê bawernameya (Zertefikat a Zimanê Kurdî weke Zimanekî biyanî) bête wergirtin.

Kesê, ku vê bawernameyê (Zertefikat) bi dest bixe dê kari be li hemû dibistan û zanîngehan waneyên rêzimana Kurdî li dar bixe û Kurdî bide fêrkirin.

Ji bo agahiyên firehtir, derbarê aramanc, mebest, mercên tevlêbûn û bihayên Kors van Lînkên jêrîn bitikînin:

http://www.ioa.uni-bonn.de/abteilungen/islamwissenschaft/sommerkurse 

an   http://www.raman.uni-bonn.de/deutsch/event_25.htm

------------------------------------------------------------------------
 

Çewsandina mafê Kurdan ya rêzanî û çandî li Sûriyê
Human Rights Watch


Rêxistina mafê mirovan Human Rights Watch, bang li Yekîtiya Ewropa û Amarîka kir, ku ew zorê bidin ser rêcîma Sûriyê ji bo ku rewşê Kurdan baştir bike û mafê wan bi de wan. Herwha HRW ji YE û USA xwest ku ew pêşxistin û xurtkirna pêwendiyên xwe bi Sûriyê re bi parastina mafê mirovan ve girêdin.

Ji bo xwendina rapora HRW li ser rewşê Kurdan li Sûriyê, bi Înglîzî li vir bi tekîne PDF
Ji bo xwendina rapora HRW li ser rewşê Kurdan li Sûriyê, bi Erebî li vir bi tekîne PDF


-----------------------------------------------------------------------------------------

Platforma navnetewî ji bo mafên Hidekahiyan

Rapora YASA li ser mafên beshdaribûna Kurdan li Sûriyê, pêşkeşî Platforma navnetewî kiriye, Platforma ku li Geneva - Swîsra di 12-13. 11.2009an de hate li darxistin.

Platforma îsal ya ku ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyî haitbû li darxistin, ew li ser mafê peşdarbûna hindekahiyan di prosêsa ramyarî de bû.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî li vir bitikîne PDF

Ji bo xwendina rapora Erebî li vir bitikîne PDF

-----------------------------------------------------------------------------

Festîvala helbesta kurdî

YASA e.V. Navenda Kurdî jibo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî û Komîta festîvalê Festîvala helbesta kurdî li derveyî welêt di 24. 10. 2009 li Bonn ê lidarxisten û we vexwediya festîvalê bo guhdariya helbesta kurdî û Almanî dike.

Ji Kaat 14:00 ta 19:00 li König Str.: 88 - 53115 Bonn.

--------------------------------------------------------------------------------

Rewşa Kurda li Sûriyê
Fermangeha Penaberiyê- Swîsre 

Zimanê kurdî bi rengek fermî li Sûriyê nehatî pejirandun û fêrkirna wê di dibistanan de qedexe ye, û çalkiyên çandî bi zimanê kurdî jî tên qedexekirin, û herweha ala kurdî jî li Sûriyê qedexe ye. Lê cejna Newrozê li herêmên kurdî tê lidarxistin.

Di distura Sûriyê de avakirna partiyan li ser bigehên netewî (ethnic) an jî olî qedexe ye. Rast e ku 13 – 15 partiyên kurd hene; lê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê di bin çavdêriyek xort de ne.

Ji bo xwendina raporê bi zinamê almanî, li vir bitekîne PDF 

-------------------------------------------------------------------------------------------

Rewşa panaberên kurd li Almanye

Navenda kurdî ji bo lêkolîn û rawêjkariya yasayî- YASA, we vexwendî simînarekê li bajarê Bochum- Almanye dike.

Babet:

- Rewşa panaberên kurd li Almanye û peymana di navbera Sûryê û Almanye de ji bo vegerandina penaberên kurd ên ku daxweza penaberiya wan nehte pejirandin….

- Danasîna kar û çalakiyên YASA, û herwaha têkliyên wê bi partiyên kurd û rêxistin û dezgehan re çi li Almanye û çi li weltên cûrecûr..

Dem: Roja Şemiyê 25.07.2009 Kat 17:00
Cih: Kultur Cafe
Universitätsstrasse 150
44801 Bochum

-----------------------------------------------------------

Doza kurdî û mafê mirovan
nêrînek stratîcî


Navanda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî – YASA, ji bo kesên kurd ên di warê maf, siayset, aborî û ragihandinê de pispor, sêminarekê- workshop di 04.07.2009 li dardixîne.
Ji bo beshdariyê û agahiyên ferehtir:
info@yasa-online.org

------------------------------------------------------------

Kurd li Sûriyê: alîkarî ji bo tevgerên cudekar?
Dr. Radwan Ziadeh- Întstîtyuta amrîkî ji bo aştiyê (United States Institute of Peace - By Radwan Ziadeh )

-Kurd li Sûriyê ji mafên xwe yên civakî, çandî û rêzanî bêpar mane. Herwha gelek ji wan jî bê nasmane û mafê hemwelatiyê ne.

-Rekberê Kurd ya rêzanî li Sûriyê qedexe ye. Hin Kurd li welatên dî daxweza dewletek serbixwe dikin. Lê Kurd bi gelemperî ne bi wê daxwezê re ne û ew bi şêweyek aştiyane û dêmokratîk doza mafê xwe dikin.

-Rêforma dêmokratîk li Sûryê, a ku wê mafê mirovan ji bo Kurdan û hemwelatiyên din Pêşxîne, demek dirêj jê re dive ta ku nakukiya di navbera Kurdan û Sûryê de ji holê rake

-Pirsgirêka Kurdan li Sûriyê nayên çareser kirin, bê ku mafê mirovan û mafê daniştinê li welatê wan bête çespandin.

-Dive ku USA û EU her şêweyên dîplomasî ji bo çespandina rêforman di Sûriyê û herêmê de bi karbînin.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî, li ser vê lînkê bitekîne

*Ev Text ji aliyê YASA hatiye wergerandin

--------------------------------------------------------------------------

Kurdên Sûriyê: Dîrok, Ramyar û Civak
Nivîskar: Jordi Tejel

Ev pirtûk dîroka Kurdan di Sûriyê de ji dema dagirkirna ferensî di sala “1920 – 1946” ta roja îro ronî dike.

Di prtûkê de nivîskar hewl dide xwe ku ji aliyekî têkilya di navbera êlî, herêmî û nasnameya netewî de anelîze bike, û ji aliyê din têkliya di nav bera zanistiya netewî ya kurd li hember xurtbûna netwîtiya erebî li Sûriyê anelîze bike.

Nivîskar Jordi Tejel di nivîsandina pirtûkê de gelek belgeyên ji dema dagirkera ferensî ku nehatine weşandin bi kartîne û herweha rojnamên kurd, ta ku sedemên derxistna Kurdan ji jiyana ramyarî li Sûriyê aşkere bike û bi taybet ji sala 1963 de.

Herweha pirtûk xurtbûn û pêşketina zanistiya netewî ya kurdî li Sûriyê di demên dawî de şîrove dike. 

Ji bo xwendina beşê yekemîn ji pirtûk, li ser vê lînkê bitekîne

Ji bo kirîna pirtûkê, li ser vê lînkê bitekîn

-------------------------------------------------------------------------

Platforma navnetewî ji bo mafên Hidekahiyan

Rapora YASA li ser mafên Perwerde û Hînbûnê ya Kurdan li Sûriyê, pêşkeşî Platforma navnetewî kiriye, Platforma ku li Geneva - Swîsra di 15-16. 12.2008an de hate li darxistin.

Platforma îsal ya ku ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyî haitbû li darxistin, ew li ser mafê Perwerde û Hîbûnê ya hindekahiyan bû.

Ji bo xwendina rapora Inglîzî li vir bitikîne PDF

Ji bo xwendina rapora Erebî li vir bitikîne PDF

 

 

              

    Copyright © 2005-2009 YASA,  All rights reserved.