Danasîn û armanc:
YASA rêxistineke ne havil û ne hukûmî ye (rêxistineke civaka saristan e), ku ji bo bicihkirina mafên Kurdan yên mirovî li welêt û derveyî welêt dixebite.
YASA di tebaxa 2005-ê li Bonn-ê hatiye damezrandin û ji hîngê de ji bo berjewendiya Kurdan di warên mafên mirovî, întegrasyon û rewsenbîrî de kar dike.
Li sewiya siyasî YASA bi riya bikaranîna alavên yasayî yên nistimanî, herêmî û navneteweyî dixebite û ligel rêxistinên hukûmî û yên ne hukûmî, yên ku bicihkirina mafên mirovî disopînin, kar dike.
Bi riya sêmînar û civatên agahiyan YASA pistgiriya toleransa çandî dike, lipênawî întegrasyona kurdan li Ewropa dixebite û pistgiriya penaberên kurd dike. Di vî warî de YASA girîngiyekê dide danasîn û belavkirina kultur û sîstema yasayî ya almanî, da ku întegrasyona di civaka alman de di demeke kurt de gengaz be.
YASA ji sala 2007-ê de salane mihrecana helbesta kurdî li dar dixe. Bi ser de jî kursên hînkirina zimên pêskês dike, da ku çand û zimanê kurdî bi pês xîne.
Pistgirî:
Herkesê ku armancên jorîn bas dibîne û bixwaze ji bo bicîkirina wan pistgir be, dikare bi endametî, alîkariya diravî yan jî hevkariya xwe karê me xort bike.
Alîkariyên diravî dikarin yekser li ser kontoya jêrîn bêne sandin:
Xwediyê konto: Kurdisches Zentrum für juristische Studien und Beratung- YASA e.V.
Hejmara Konto: 1937128294
Hejmara bankê: 37050198
Bank: Sparkasse Köln-Bonn
Eger tu bixwazî bibe endamê pistgirtin an endamê kar di YASA de fermû ev Form dagre.